Sûriye derbarê xwendina bi Kurdî li ber biryareke dîrokî ye
New York (Rûdaw) – Paşeroja xwendina bi zimanê Kurdî li
Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û Sûriye niha li ber biryareke
girîng e.
Zêdetirî 10 salan e li herêmên di bin kontrola Hêzên
Sûriyeya Demokratîk (HSD) de perwerdeya bi Kurdî heye.
Li gorî raporan, dibe ku hikûmeta Şamê hewl bide dawî li vê
bernameyê bîne.
Pirs ew e, gelo dê Sûriyeya nû wekî Kanadayê mafên zimanî û
çandî yên Kurdan misoger bike?
Yan jî dê wekî welatên din li dijî Kurdan serî li zordarî û
tundiyê bide?
Zarokên Kurd dê karibin bi zimanê xwe bixwînin?
Ev xwendekara Kurd a li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe
bersiva mamosteya xwe dide.
Dibe ku ev sala dawî be ku karibe vê yekê bike û ew soza ku
hatibû dayîn niha tê ceribandin.
Welatê ku dê biryarê bide ka ev zarok dikare bi Kurdî
bixwîne yan na, li Neteweyên Yekbûyî xwedî kursî ye.
Meha îlona borî serokê wî welatî soza destpêkeke nû da
cîhanê ku tê de mafê her kesî parastî be.
Pirsa Rûdawê û bersiva Neteweyên Yekbûyî
Rûdawê mijara zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê û Rojavayê
Kurdistanê gihand Neteweyên Yekbûyî.
Rûdawê ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane
Dujarric pirsî, "Tevî sozên desthilatdarên nû yên Sûriyeyê yên ji bo
dabînkirina mafên zimanî û çandî yên Kurdan, li gorî raporan Şam hewl dide dawî
li xwendina bi Kurdî bîne. Ev perwerde zêdetirî 10 salan e li herêmên di bin
kontrola HSDyê de heye. Sekreterê Giştî çawa li vê mijarê dinêre? Gelo ew dê li
dijî sînordarkirina xwendina bi zimanê dayîkê ya ji bo Kurdan derkeve?"
Stephane Dujarric jî di bersiva xwe de wiha got:
"Pêwîst e Sûriye bibe welatekî ku hemû pêkhateyên wê
hest bi aramiyê bikin. Çi pêkhateyên zimanî bin çi jî yên olî bin divê parastî
bin. Divê ew karibin bi azadî ziman û olên xwe pêk bînin."
Nerazîbûna Kurdan û mînaka Kanadayê
Vê hefteyê Kurdan li parêzgeha Hisîçayê nerazîbûn nîşan da.
Wan li dijî rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabeleyên
saziyên fermî derket.
Ev beşeke biçûk a pirsgirêkeke gelekî mezin a li ser
paşeroja Sûriyeyê ye.
Pirsgirêkeke kevn derdikeve pêşiya her welatê ku ji gelek
neteweyan pêk tê wekî tu dê çawa welatekî bi yekgirtî bihêlî bêyî ku her kesî
neçar bikî ku wekî hev bin?
Bi hezaran kîlometreyan dûrî Sûriyeyê, Kanadayê bi dehan sal
e bersiva vê pirsê daye.
