Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê
Xi Jinping li Pekînê dest bi hevdîtin û gotûbêjan kir.
Trump li Pekîna paytexta Çînê bi germî hat pêşwazîkirin û peymanên
dostane dan lê Xi Jinping hişyariyeke tund da.
Xi Jinping got ku eger mijara Taywanê bi awayekî xelet were
birêvebirin, dibe ku her du welat "li hev bidin û heta têkevin nav şerekî
jî."
Lûtkeya ku zêdetirî du saetan ajot, gelek pirsgirêkên aloz
ên wekî bazirganî, şerê Îranê û Taywanê li xwe girt.
Pêşwaziyeke germ
Donald Trump bi karwanekî otomobîlan gihîşt Salona Mezin a
Gel a li Pekînê.
Xi Jinping pêşwaziyeke germ li wî kir û her du serokan dest
dan hev.
Şandeyeke Amerîkayî jî li bendê bû.
Di nav vê şandeyê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco
Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth hebûn.
Her wiha çend birêvebirên payebilind ên wekî Elon Musk,
Jensen Huangê ji şîrketa Nvidia û Birêvebirê Berê yê Appleê Tim Cook jî amade
bûn.
Du nêrînên cuda
Di destpêka guftûgoyan de, her du serokan du nêrînên cuda
anîn ziman.
Donald Trump pesnê mêhvandariyê da û ji Xi Jinping re got, "Ev
şerefek e û yek ji wan kêm tiştan e ku min heta niha dîtiye.
Ji bo min şeref e ku ez bi te re me. Ji bo min şeref e ku ez
hevalê te me.
Pêwendiyên Çîn û Amerîkayê dê ji her demê baştir
bibin."
Trump soz da ku dê "paşerojeke her du welatan a gelekî
baş hebe."
Li aliyê din, Xi Jinping ragihand ku ew ji pêşwazîkirina
Trump kêfxweş e.
Xi Jinping anî zimên ku Cîhan gihîştiye xaçerêyeke nû û divê
Çîn û Amerîka "hevpar bin ne hevrik" û wiha domand:
"Pêwendiyeke xurt a Çîn û Amerîkayê ji bo cîhanê
nîmetek e.
Hevkarî sûdê dide her du aliyan lê rûbirûbûn zererê dide her
du aliyan."
"Taywan xeta sor e"
Demeke kurt piştî destpêkirina hevdîtinan, medyaya fermî ya
Çînê daxuyaniyeke tund a Xi Jinping belav kir.
Ev daxuyanî li ser Taywanê bû û ji bo Trump bû.
Xi Jinping da û got, "Mijara Taywanê di pêwendiyên Çîn
û Amerîkayê de pirsgirêka herî girîng e.
