Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Çelîk ragihand ku ji bo vekirina rêya sereke ya navbera Wan û Colemêrgê kar û xebat didomin.
Alî Çelîk her wiha got, "Em plan dikin di demeke gelekî nêzîk de rê li ber trafîkê vekin."
Rêya navbera Wan û Colemêrgê ji 13ê meha borî ve ji ber herifîna axê û hezazê hatiye girtin.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Alî Çelîk derbarê rewşa rêya navbera Wan û Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
"Xebateke giran heye"
Çelîk diyar kir ku rê ji ber barana zêde û herifîna axê demeke dirêj girtî maye û ev yek bûye sedema mexdûriyeta welatiyan.
Alî Çelîk da zanîn ku kar û xebatên li herêmê bi hevahengiya Parêzgarê Colemêrgê tên meşandin û got:
“Hemû saziyên me yên pêwendîdar û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li qadê di nava xebateke giran de ne.
Tîmên AFAD û Birêvebiriya Kar û Barên Avê ya Dewletê (DSÎ) jî li herêmê ne da ku li hemberî rîskên nû tedbîran werbigirin.
Em bi hemû şiyana xwe hewl didin da ku vê astengiyê ji holê rakin.”
Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ku berî wî erkî Parêzgarê Colemêrgê bû got:
