Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mihacirê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan qulibî, 4 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otobuseke rêwiyan a kompanyaya Muş Yolu Turizmê li ser rêya Meletî û Semsûrê li nêzîkî gundê Pulatê ji rê derket û qulibî.
Piştî qezayê li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
