Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê di lêpirsîna derbarê mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaişê de astengiyeke din a hiqûqî hat derbaskirin.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê, biryara Parêzgariya Wanê ya ku nedihîşt lêpirsîn derbarê birêvebiriya Saziya Kredî û Şevîmanan (KYK) bê destpêkirin, li dijî hiqûqê dît û betal kir.
Biryara parêzgariyê ji dadgehê vegeriya
Serokê Baroya Wanê û parêzerê malbata Rojîn Kabaişê Sînan Ozaraz, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ozaraz diyar kir, "Di lêpirsîna derbarê mirina Rojîn Kabaişê de, tevî xemsarî û qisûrên birêvebiriya şevîmanê jî Lijneya Îdareyê ya Bajêr a Parêzgariya Wanê biryar dabû ku 'destûr nede lêpirsînê'.
Li ser îtiraza me, ev biryar ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erzîromê ve hat rakirin, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."
Pêştir xwestibûn bi hinceta qisûr û xemsariya birêvebiriya şevîmanê, li şevîmana ku Rojîn Kabaiş lê dima lêkolînekê bidin destpêkirin lê ev daxwaz ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatibû redkirin.
