Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê meaşê şivanan ji sedî 100 zêde bûye û gihîştiye 130 hezar lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 3 hezar dolarên Amerîkî.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî 3 milyon û nîv pez û bizin hene û li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hejmara ajelên biçûk de bajarê yekem e.
Ji ber zêdebûna ajelan pêwîstî bi şivanên zêdetir heye.
Bi hatina biharê re dema derxistina ajelan a ji goman hatiye lê ji ber bilindbûna meaşan û nebûna şivanan ajeldar rûbirûyî pirsgirêkan dibin.
Wekî her sal îsal jî li ber Mizgefta Hecî Osman, Bazara Şivanan hat avakirin û xwediyên keriyan û şivan li vê derê bazarên tund dikin.
