Hewlêr (Rûdaw) – Bahrî Dagê ku ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.
Dag, sala 1993yan li gundê Kurdoxliyê yê navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hat girtin.
Bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” cezayê girtina hetahetayê lê hat birîn.
Dag, piştî ku 30 salî di çend girtîgehên cuda de ma doh hat berdan.
