Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, pirsgirêka li pêşiya hinardekirina petrola Kurdistanê li Bexdayê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Dihokê temaşeyî şanoya Destana Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî danê sibehê bi birêvebiriya parêzgeha Dihokê re civiya û çû Zaxoyê.
Nêçîrvan Barzanî li ser sedema serdana xwe ya Zaxoyê got:
“Hatina me ji bo wê bû em bizanin rewşa vir çawa ye.
Ez destxweşiyê li karên baş ên ku hatine kirin dikim.”
Nêçîrvan Barzanî li ser xizmeta ku li Zaxoyê hatiye kirin anî ziman:
“Bi rastî ez li hemberî kar û xizmetên ku li vir hatine kirin mat mam.”
25ê Adara 2023yan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê ve hat rawestandin.
Barzanî li ser pirsgirêkên li pêşiya hinardekirina petrolê da zanîn:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirinê amade ye.
Pirsgirêk ne ya hikûmetê ye, pirsgirêk li Bexdayê ye. Em wekî hikûmet amade ne.”
“Kes kesî neşikîne”
Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî behsa meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî kir û got:
