Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan ragihand ku pêvajoya aştiyê niha "hatiye rawestandin" û diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û dabînkirina garantiyên yasayî, pêvajoya çekdanînê nayê bicihanîn.
Karayilan her wiha bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku dest ji "hesabên hilbijartinê" berde.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya nû ya li gel medyaya PKKyê de bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya ku 27ê Sibata 2025an dest pê kiribû û hişyarî da ku zêdetirî mehekê ye ti agahî ji Abdullah Ocalan nayên wergirtin.
Murat Karayilan li ser rewşa Abdullah Ocalan got:
"Nebûna hevdîtinan a li gel Rêber Apo nîşaneyeke metirsîdar e.
Wisa xuya dike ku dewletê piştî civîna 27ê Adara borî biryar daye ku gavan rawestîne yan jî bi paş bixe."
Karayilan rexneyên tund li daxuyaniyên berpirsên AK Partiyê û medyaya nêzîkî hikûmetê girtin ku PKKyê bi "neavêtina gavan" tawanbar dikin.
Karayilan anî ziman ku PKKyê "biryarên herî stratejîk ên dîroka xwe" dane û hinek ji wan wiha rêz kirin:
Guherandina Manîfestoyê: Di Kongreya 12an de (Gulana 2025an) PKKyê manîfestoya "Rêya Şoreşa Kurdistanê" guherand û kir "Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk" û dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî.
Şewitandina Çekan: 11ê Tîrmeha 2025an bi merasîmekê çek hatin şewitandin.
Vekişîna Hêzan: 25ê Îlona 2025an PKKyê vekişîna hêzên xwe ya ji herêmên hestyar ên Bakurê Kurdistanê ragihand.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan pirsî:
"Bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya rêxistineke ku 42 sal in didome, biryareke asayî ye?
Me erkê xwe bê kêmasî bi cih anî."
"Dewlet tenê wextê dikuje"
Murat Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê diyar kir ku hemû gavên hatine avêtin tenê "biryarên îdarî" bûn û ti bingehên wan ên yasayî nînin û got:
"Desthilatê soz dabû ku piştî Cejna Remezanê û meha Nîsanê reşnivîsa gavên yasayî pêşkêşî parlamentoyê bike lê tiştek nekir."
