Hewlêr (Rûdaw) - Ev conegayê bi navê “Behrî” li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ji bo qurbanê hatiye xwedîkirin û li benda bikirê xwe ye.
Harun Karabaşê ku li Panosê ajeldariyê dike, conegeyê xwe yê ku navê "Behrî" lê kiriye û bi nazdarî xwedî kiriye û ew bi 600 hezar lîreyî (13 hezar dolar) daye ber firotinê.
Conegeyê sîmental tonek û 190 kîlo ye û niha li benda bikirê xwe ye.
Harun Karabaş diyar kir ku wan Behrî bi awayekî pir baş xwedî kiriye û her wiha ew bi şev û roj lê miqate ne û got:
