Hewlêr (Rûdaw) - Di rûniştina doza Narîn Guranê de li 15 kesên dihatin darizandin ceza hat birîn.
Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Dadgehê di doza kuştina Narîn Gurana 8 salî de li Yuksel Guran, Enes Guran û Salîm Guran cezayê giran ê heta hetayê û li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
Doza têkildarî kuştina Narîn Guranê didome.
Doza ji ber tawenê “veşartina sûcdaran” hatiye vekirin jî li Dadgeha 17emîn a Cezayên Giştî ya Amedê hat dîtin.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fuat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy wekç gumanbarên girtî û keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û 3 zarokên din wekî bersûcên negirtî bi giştî 15 tên darizandin.
Di rûniştina çaremîn a doza ku girtî hat dîtin de 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne û parêzerên wan amade bûn.
Di rûniştinê de parêzerên Komeleya Têkoşîna Dijî Îstismara Zarokan a Mamoste Saadetê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî cihgirtin.
Rûniştin bi xwendina mitalaya dozgerê komarê ya derbarê esasê de dest pê kir.
