Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Girava Keşmê ya parêzgeha Hurmizganê ya Îranê, Hêzên Çekdar ên Îranê û Amerîkayê gule li hev reşandine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê, li Girava Keşmê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û "hêzên dijmin" de şerekî rû bi rû derketiye.
Di encama vî şerî de hinek beşên bazirganî yên "Skeleya Behmenê" ya li Girava Keşmê hatine hedefgirtin.
Heta niha nehatiye eşkerekirin ka ev pevçûn şerekî bejahî ye yan jî êrişeke asmanî ye ku pergalên parastina asmanî ya Îranê bersiv daye.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê îdia kir, dibe ku di êrişên li ser Skeleya Behmenê de rola Îmaratê hebe.
Li aliyê din, medyaya Îsraîlê ragihand ku çavkaniyên Îsraîlî diyar kiriye ku ti pêwendiyên wan bi rûdanên li Îranê re nînin.
Êrişên li Bender Ebas û Sîrîkê
Hat ragihandin ku li navçeya Sîrîkê ya parêzgeha Hurmizganê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.
Rayedarên Îranê diyar kir ku ev deng ji ber guleyên hişyariyê yên Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran bûn ku ji bo kontrolkirina derbasbûna keştiyan hatine berdan.
Her wiha Ajansa Tesnîmê ragihand ku li ser bajarê Bender Ebasê êrişeke bi dronan hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê, du dron ji aliyê pergalên parastina asmanî ya Îranê ve hatine xistin.
Çavkaniyên di nava televîzyona dewletê ya Îranê de diaxivin, îdia dikin ku ev alozî piştî êrişeke artêşa Amerîkayê ya li tankereke Îranê dest pê kiriye.
Çavkaniyekî Îranî got ku wan bi mûşekan bersiva "hêzên dijmin" a li Tengava Hurmizê daye û wan ew neçar kiriye ku ji herêmê vekişin.
Daxuyaniya tund a Donald Trump
