Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi eşkereyî Kurdan sûcdar dike ku di serhildana li dijî Komara Îslamî ya Îranê de alîkarî nekiriye.
Lê belê rojnameyeke Îsraîlî ragihand ku Donald Trump bi xwe ew plan red kiriye û veto li ser daniye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî êrişî Kurdan kir.
Wî Kurd bi wê yekê tohmetbar kirin ku nekarîne li nav Îranê serî hildin.
Li gorî rapora rojnameya "Jerusalem Post"ê ya Îsraîlê, ev daxuyaniyên Trump tenê ji bo dûrxistina sûcdarkirinan a ji ser xwe ye.
Ev yek jî girêdayî mana rejîma Îranê ya li ser desthilatê ye.
Plana Mossadê û zexta Tirkiyeyê
Li gorî zanyariyên raporê, Dezgeha Îstîxbaratê ya Îsraîlê (Mossad) pêşniyazek kiribû.
Li gorî pêşniyazê, piştî êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê, dê piştgirî ji bo serhildaneke gel a bi pêşengiya Kurdan bihata dayîn da ku rejîma Tehranê were rûxandin.
Lê belê Tirkiyeyê zexteke tund li Trump kiriye da ku wê vebijêrkê red bike.
Sedem jî ew bûye ku Enqereyê nexwestiye pêgeha Kurdan a li herêmê xurt bibe.
