Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî ber bi Ebû Debiya paytexta Îmaratê ve bi rê ket.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê di serdana xwe de bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayd Al Nehyan re bicive.
