Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna şer pêşniyareke nû da Amerîkayê.
Lê mercê Îranê ew e ku gotûbêjên li ser dosyeya atomê heta qonaxeke din werin bipaşxistin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di beramberî de dixwaze bi rêya dorpêçan Tehranê neçarî vekişîneke temam bike.
Ajansa Axiosê ya Amerîkayê li ser zarê berpirsekî wî welatî û çend çavkaniyên agahdar ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya navbeynkaran pêşniyarek daye Washingtonê.
Îran dixwaze Tengava Hurmizê were vekirin û şer raweste lê mijara radestkirina uranyum û rawestandina dewlemendkirina wê niha neyê behskirin.
"Sîstema Îranê dê ji hundir biteqe"
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê berdewam bike.
Trump amaje bi wê yekêkir ku dem ne di berjewendiya Tehranê de ye û got:
"Dema ku rêjeyeke zêde ya petrola embarkirî di sîstema te de hebe û tu nekarî hinarde bikî, ew sîstem dê ji hundir ve biteqe.
Tê gotin ku tenê sê rojên Tehranê mane beriya ku ev yek rû bide."
Rewşa dîplomatîk gihiştiye asêbûnê.
