Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Balafirgehiyê ya Sivîl a Îraqê ragihand ku ji ber berdewambûna aloziyên li Rojhilata Navîn, qada asmanî ya welêt dê 48 saetên din jî girtî be.
Saziyê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku qedexeya firînan heta roja çarşemê saet 12:00an hatiye dirêjkirin.
Birêvebiriya Îraqê 28ê Sibatê, piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê, biryar dabû ku qada xwe ya asmanî 24 saetan bigire û piştre ev dem 24 saetên din jî hatibû dirêjkirin.
Êrişên Amerîka-Îsraîlê û bersiva Îranê
