Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, hişyariya xwe ya ji bo welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê nû kir û ji wan xwest ku “yekser” ji Îraqê derkevin.
Balyozxaneyê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dibe ku "mîlîsên terorîst ên Îraqî" yên girêdayî Îranê, di nav 24-48 demjimêran de li navenda Bexdayê êrişan pêk bînin.
Hat destnîşankirin ku Îran û mîlîsên wê li gelek herêmên Îraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, êrişên berfireh dibin ser welatiyên Amerîkayê û cihên bi Amerîkayê re têkildar.
"Mîlîs Amerîkiyiyan direvînin"
Hat gotin ku ev kom dikarin welatiyên Amerîkayê, şirket, zanîngeh, saziyên dîplomasiyê, binesaziya enerjiyê, otel, balafirgeh û saziyên Îraqê û cihên sivîl bikin hedef.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku milîsan bi armanca revandinê jî Amerîkayî kirine hedef û ji welatiyên Amerîkayê hat xwestin ku “yekser ji Îraqê derkevin.”
Rexneya li hikûmeta Îraqê
