Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî Elî Zeydî got, “Hikûmet hefteya bê tê avakirin û pirsgirêka meaşan jî çareser dibe.
Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî Elî li ser pêkanîna nû ya Îraqê ji Rûdawê re axivî.
Elî Zeydî diyar kir ku ew û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîştine têgihîştineke baş.
Zeydî da zanîn ku ew dê hefteya bê kabîneya xwe ya nû pêşkêşî parlamentoyê bike.
Wî her wiha destnîşan kir ku hikûmeta wî dê dawî li pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê bîne.
"Têgihîştineke baş heye"
Elî Zeydî got, "Li ser pirsgirêkên hene yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de têgihîştineke baş hebû û ji bo çareserkirina wan asankarî hat kirin.
Ew mijarên ku mane û pêwendîdar in, bi îzna Xwedê dê di vê hikûmetê de werin çareserkirin."
Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî li ser rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî got:
"Me mijara beşdariya wan (PDK) a di hikûmeta bê de gotûbêj kir û ew dê bi awayekî xurt beşdar bibin.
