Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi nûnerên pêkhateyên Kurdên Êzidî, Feylî û Sabiî yên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de ragihand ku ew dê ji bo beşdarbûna pêkhateyan a di pêvajoya siyasî û birêvebirina welêt de çi ji destê wan were bikin.
Rojev rewşa pêkhateyan bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de nûnerên pêkhateyan qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa pêkhateyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêkhate bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin û mafên xwe yên destûrî bi dest bixin.
"Dê bibe sedema aramiya siyasî"
