Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê bi dronan li pey hev êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê hat kirin.
"Me êrişî Baregeha Victoriayê kir"
Koma milîsên Şîe ya bi navê "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" li ser êrişî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan bi dronan li pey hev êrişî Baregeha Victoriayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê kiriye.
