Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê ragihand ku ew bi diyarkirina 11ê Nîsanê ya ji bo civîna taybet a hilbijartina Serokkomarê Îraqê ne razî ne.
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî sedema vê yekê wekî "nebûna lihevkirineke niştimanî û siyasî ya li ser vê pirsgirêkê" nîşan da.
Ev helwesta Ferhad Etrûşî, piştî wê yekê hat ku Serokatiya Parlamentoya Îraqê roja civîna hilbijartina Serokkomar diyar kir.
Etrûşî ku li ser pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê postê de ye, nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê anî ziman.
Ferhad Etrûşî di daxuyaniya xwe de got:
"Li ser bingeha berpirsyariya niştimanî û xwesteka me ya ji bo aramiya pêvajoya siyasî, em radigihînin ku em bi xişteya civîna 11ê Nîsanê ya ji bo hilbijartina Serokkomar ne razî ne."
Etrûşî bal kişand ser wê yekê ku di navbera pêkhateyan de li ser posta Serokkomar lihevkirineke niştimanî û siyasî nîne.
Ragihandina Parlamentoya Îraqê xişteya civînê belav kir.
Li gorî wê xişteyê, civîn dê 11ê Nîsanê were lidarxistin û di rojevê de tenê xala hilbijartina Serokkomar heye.
Banga ji bo dîyalogê
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê ji hevbeş û serkirdeyên pêvajoya siyasî xwest ku derfeta ji bo têgihiştineke zêdetir û dîyalogeke cidî biafirînin.
Ferhad Etrûşî destnîşan kir ku divê ji bo gihîştina bi lihevkirineke niştimanî ya li ser namzedê Serokkomar, nakokî werin derbaskirin da ku namzedekî ku piraniya aliyan pê razî bin were hilbijartin.
