Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku "mîlîsên terorîst" ên nêzîkî Îranê li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê êrişî welatî û armancên Amerîkayê kirine.
Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku niha ji Îraqê derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Balyozxaneyê ji ber metirsiya berdewam a mûşek û dronan a li asmanê Îraqê, welatiyên xwe xwest ku hewl nedin herin Balyozxaneya li Bexdayê yan jî Konsulxaneya li Hewlêrê.
Balyozxaneyê diyar kir ku Îran û mîlîsên wê ji bo ewlehiya giştî, binesaziya enerjiyê û navendên dîplomatîk bûne metirsiyeke cidî.
Her wiha di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê rûbirûyê metirsiya revandin û armanckirinê dibin.
