Hewlêr (Rûdaw) - Heybet Helbûsî ji bo vegerandina pergala "leşkeriya mecbûrî" ya ku ji sala 2003yan ve hatiye rawestandin, dest bi xebatan kir.
Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî ev gav hem ji bo ewlehiya niştimanî û hem jî ji bo karkirina ciwanan wekî "pêdiviyeke stratejîk" pênase kir.
Mijara leşkeriya mecbûrî ku bi salan e li Îraqê dibe sedema nîqaşên siyasî, ducare gihîşt asta herî bilind a dewletê.
Heybet Helbûsî li gel şandeyekê çû Wezareta Parastinê ya Îraqê û li wir bi Sererkanê Giştî yê Îraqê Ebdulmîr Reşîd Yarallah re civiya.
Helbûsî piştî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew dê pêşniyaryasaya leşkeriya mecbûrî di demeke herî nêzîk de bixe rojeva parlamentoyê.
Helbûsî bal kişand ser dîsîplîna leşkerî û got:
"Ev yasa ne tenê stratejiyeke parastinê ye, di heman demê de ji bo avakirina nifşekî bidîsîplîn ku karibe berpirsyariya niştimanî bigire ser xwe pêdiviyeke civakî ye."
Li dijî bêkariyê formula leşkeriyê
Li gorî Serokê Parlamentoyê, bi bicihkirina vê yasayê re ne tenê xeta parastinê dê xurt bibe, dê di heman demê de li dijî bêkariya ciwanan a ku yek ji pirsgirêkên herî mezin e têkoşîn were kirin.
