Hewlêr (Rûdaw) - Li Nînowa û Bexdayê 2 barêgehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin û heta niha bi kêmanî 60 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.
Her çi qasî Desteya Heşdî Şebiyê bêje zererên canî tune ne, Serokê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî ragihand ku di êrişan de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.
Îşev barêgeheke Heşdî Şebiyê ya li devera Xabatê ya Nînowayê hate bombebarankirin.
Çavkaniyeke ku ji Nînowayê ji Rûdawê re ragihand ku ev barêgeh berê hatibû valakirin, lewma ti zererên canî çênebûne.
Êrişa duyem li bakurê Bexdayê, li dijî barêgeha Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê ya li devera Ebû Behrê ya li herêma Tarmiyeyê hate kirin.
Desteya Heşdî Şebiyê ya Îraqê diyar kir ku di vê êrişê de tenê zererên madî çêbûne.
