Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Babil û Enbarê yên Îraqê şeva borî baregehên Heşdî Şebiyê bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Birêvebiriya Ragihandinê ya Desteya Heşdî Şebiyê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê Sead Baicî li gel çend çekdarên din di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha wan a fermandariyê de hatine kuştin.
Heşdî Şebiyê diyar kir ku ev êriş di demekê de bûye ku ew fermandar û çekdarên din mijûlî pêkanîna erkê xwe yê niştimanî bûne.
Heşdî Şebiyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke tirsonek" bi nav kir.
Bangî aliyên siyasî kir
Heşdî Şebiyê di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî yên Îraqê kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û li hemberî "binpêkirinên berdewam ên Amerîkayê" rawestin.
Heşdî Şebiyê tekez kir ku pêwîst e ji bo parastina serweriya welêt û danîna sînorekî ji bo wan êrişan helwesteke zelal û tund were wergirtin.
