Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê erkdarkirî yê avakirina hikûmeta nû ya Îraqê Elî Falih Zeydî ragihand ku Tom Barrack bi telefonê pîrozbahî lê kiriye.
Elî Falih Zeydî li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack Tom Barrack ji bo erkdarkirina wî ya avakirina hikûmetê pêwendiyeke telefonî pê re kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, wan li ser rêyên xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq û Amerîkayê de û hevkariya di warên cuda de gotûbêj kiriye.
Zeydî destnîşan kir ku armanca wan xurtkirina hevpeymaniya stratejîk a di navbera her du welatan de ye.
Pêvajoya erkdarkirinê
Elî Falih Zeydî 26ê Nîsanê wekî namzedê fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Îraqê ji bo avakirina hikûmeta Îraqê hatibû erkdarkirin.
