Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam pêşwazî kir.
Di vê serdanê de çendîn mijarên girîng ên wekî ewlehî, veguhastin û enerjiyê hatin gotûbêjkirin.
Ev wekî gava ewil a mezin a her du welatan ji bo birêxistina pêwendiyan tê dîtin piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya.
Desthilata Beşar Esed bi dehan salan destwerdan di karên navxwe yên Libnanê de dikir û bi kuştina gelek berpirsên Libnanî dihat tohmetbarkirin.
Serokkomariya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di civînê de li ser "bipêşketina hevkariyên aborî û bazirganî, xurtkirina hevahengiya ewlehiyê ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna pirsgirêkan" li gel pêşhatên herêmî û navneteweyî hat axaftin.
Newaf Selam di vê serdanê de şandeyeke bilind bi xwe re biribû ku ji Cîgirê Serokwezîr Tariq Metrî û wezîrên enerjî, aborî û veguhastinê yên Libnanê pêk dihat.
Serokwezîrê Libnanê di dawiya serdanê de ragihand ku di mijarên hevbeş de "bipêşketineke berbiçav" çêbûye.
Dosyeya windayan û girtiyan
Newaf Selam ji rojnamegeran re got:
"Em li ser berdewamiya hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyiyên desteserkirî yên li Libnanê û eşkerekirina çarenivîsa windayan û wan kesên ku li her du welatan bi zorê hatine windakirin axivîn."
Meha Adara borî Libnanê zêdetirî 130 girtiyên Sûriyeyî radestî Şamê kiribûn ku cezayê xwe li welatê xwe biqedînin.
