Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku 575 kesên ku dixwest ji bo pîrozbahiyên Roja Cîhanî ya Karkeran biçin Qada Taksîmê hatine desteserkirin.
Qada Taksîmê ya Stenbolê îsal careke din bi biryara parêzgariyê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran hat qedexekirin.
Tevî vê qedexeyê, ji destê sibehê ve hejmareke zêde ya welatî û karkeran hewl da derbasî qadê bibin lê polîsan li hemû rêyên ku diçin qadê asteng danîn û rê li ber xwenîşanderan girt.
Her wiha gelek kes rastî midaxeleya tund a hêzên ewlehiyê hatin.
