Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku dibe ku Kemal Kiliçdaroglu careke din bibe serokê CHPyê.
CHPyê kongreya xwe ya 3nemîn 4 û 5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li dar xistibû.
Di wê kongreyê de Ozgur Ozel wekî Serokê Giştî yê CHPyê hatibû hilbijartin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser 38emîn Kongreya CHPyê û nîqaşên betalkirina kongreyê daxuyaniyek da û bal kişand ser pêvajoya hiqûqî ya ku didome.
Doz di qonaxa îstînafê de ye
Wî ragihand ku doza betalkirina kongreya CHPyê niha di qonaxa îstînafê de ye û saziyên dadweriyê dosyayê lêkolîn dikin.
Li gorî gotina Yildiz, ev doza betalkirinê bi hinceta "binpêkirina vîna delegeyên kongreyê" hatiye vekirin.
Ozgur Ozel di kongreya navborî de, ji serokê wê demê Kemal Kiliçdaroglu zêdetir deng bi dest xistibûn.
Bi vî awayî Ozgur Ozel bûbû Serokê Giştî yê CHPyê.
"Eger kongre were betalkirin dê çi bibe?"
Yildiz ragihand ku dadgeha herêmî berê bêyî nirxandina naverokê daxwaza betalkirinê red kiribû.
Lê piştre doz ji bo lêkolînê birin Dadgeha Herêmî ya Dadweriyê ya Enqereyê (Îstînaf).
Li gorî agahiyên ku Yildiz dane, Dadgeha Îstînafê ji dadgehên Enqere û Stenbolê daxwaza delîl û belgeyan kiriye.
