Hewlêr (Rûdaw) - Dayîkên Aştiyê di çarçoveya serdanên partiyên siyasî yên ji bo Roja Dayîkan de Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ziyaret kir.
Şande bi nûnerên CHPyê re civiya ku di bin serokatiya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel de amade bûn.
Rojeva sereke ya civînê pêvajoya çareseriyê bû.
Di şandeya Dayîkên Aştiyê de Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyen Butun cih girt.
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi şandeyê re bûn.
Di şandeya CHPyê de li gel Ozgur Ozel, Alîkara Serokê Giştî ya Berpirsa Polîtîkayên Hiqûqê Gokçe Gokçen û Endama Komîteya Koordînasyonê ya Ofîsa Namzediya Serokkomariyê Emîne Uçak cih girt.
