Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç, li ser rewşa Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê got: "Ez ne li dijî vê pêvajoyê me û dixwazim bigihe encamekê. Mafê hêviyê bidin Ocalan."
Bulent Arinç doh (10ê Gulana 2026an) li Enqereyê beşdarî konferansa bi navê "Pêwendiya Aşitiya Civakî û Siyasetê" bû ku ji aliyê “Platforma Tam Demokrasî”yê ve hatibû rêkxistin.
Arinç di axaftina xwe de qala mijarên wekî statuya Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) û pergala darazê ya Tirkiyeyê kir.
“Ma pêkan e 3 milyon mirov…?”
Arinç rexne li pêla girtin û jikardûrxistinên piştî “hewla darbeyê” ya 15ê Tîrmehê girt û diyar kir ku pergala dadweriyê zerer daye bi milyonan kesan û anî zimên:
“Ma pêkan e 3 milyon mirov wekî endamên rêxistineke terorê werin qebûlkirin? Ev mirov kî ne? Tenê ji ber ku pirtûkek xwendine, zarokên xwe şandine dibistanekê yan jî pere xistine bankekê, hatine cezakirin.
Ma ev sazî hemû ne yasayî bûn? Tiştê ku ji bo hinekên din ne sûc e, çawa dibe ji bo van mirovên bêguneh bibe sûc? Edalet daxwaza herî mezin a milet e.”
