Enqere (Rûdaw) - 110 karkerên kanzayeke komirê zêdetirî 10 rojan e li Enqereyê ji bo mafên xwe di çalakiyê de ne.
Ew karkerên kanzaya Doruk Madencilikê didin xuyakirin ku piştî firotina kanzayê, ew ji kar hatine dûrxistin û wan meaş û qerebûyên xwe wernegirtine.
Malbatên karkeran jî li bin baranê li kêleka wan radiwestin û piştgiriyê didin wan.
8 rojan ji bo mafê xwe meşiyan
Li Enqereyê di bin baraneke bi hêz de, karkerê kanzayê Sercan Kirenlî tevî malbata xwe ji bo wergirtina meaş û heqdestê xwe di çalakiyê de ye.
Ew tevî 110 hevalên xwe 8 rojan meşiyane û ji bajarê Eskîşehîrê gihîştine Enqereyê.
Sercan Kirenlî li ser daxwazên xwe got, “Ez tenê meaşê xwe yê 5 mehan, qerebûya xwe ya 15 salan û heqdestên xwe yên 6-7 salên sendîkayê dixwazim.
Em tiştekî din naxwazin, bila pereyê me bidin em dê biçin mala xwe.”
Keça karkerê kanzayê Sîmge Kîrenliyê jî diyar kir ku ew bi bavê xwe serbilind e lê ev mesele bandoreke xerab li ser wan dike û ew nizanin dê çi bi serê wan were.
Hevjîna wî Sevîl Kîrenliyê jî got, “Ji bo me jî gelekî zehmet e. Ez her dem li pişt hevjînê xwe me.
Zarokên me di rewşeke xirab de ne, gava bavê xwe di televîzyonê de dibînin derûniya wan têk diçe.”
Karker ji kar hatin derxistin
Karkerên kanzaya komirê ya Doruk Madencilikê eşkere dikin ku bêyî dayîna meaşên wan ên mayî, heqdest û qerebûyên wan, ew ji kar hatine derxistin.
