Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 425 karkerêna canê xwe ji dest daye û ev “terora civakî ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê bi helkefta 1ê Gulanê Cejna Karkeran bi sernavê “Lêkolînkirina Pirsgirêkên ku Kedkar Dijîn” pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Piştî gotûbêjê dengdan li ser pêşniyarê hat kirin û bi piraniya dengên parlamenterên AK Partî û MHPyê hat redkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek di Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê de li ser sedemên pêşniyara lêkolînê ya partiya xwe axivî.
Çîftyurek, eşkere kir ku di 4 mehên destpêka îsal de li Tirkiyeyê 425 karkeran li ser de canê xwe ji dest daye û ev yek “terora civakî ye.”
Sînan Çîftyurek di berdewamiya axaftina xwe de li ser qedexe û astengkirina pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Meydana Taksîmê ya Stenbolê jî got:
