Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Îran xwe radest bike û ew rê nadin Îranê ku bibe xwediyê çekên atomê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hûrgiliyên nû yên pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re eşkere kirin.
Trump ragihand ku Putin pêşniyar kiriye da ku wekî "aliyê sêyem" di peymana atomê û wergirtina wê uranyuma dewlemendkirî de alîkar be ku Washington dixwaze Tehran radest bike.
Trump tekez kir ku divê Îran xwe radest bike û ew rê nadin Îranê ku bibe xwediyê çekên atomê û got:
"Putin ji min re got ew dixwaze di mijara uranyumê de alîkariya me bike da ku em bigihîjin peymanekê.
Lê min ji wî re got ku ez zêdetir dixwazim tu di bidawîkirina şerê Ukraynayê de kar bikî ji ber ku ew ji bo min girîngtir e."
Serokê Amerîkayê ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê heta radeyeke mezin ji kar ketine û got:
"Me hêzên deryayî, hêzên asmanî, parastina dijî balafiran, radar û hemû dezgehên wan têk birîne û gelekî kêm tişt mane.
Me nêzîkî ji sedî 80yî kargehên wan ên çêkirina mûşekan û şiyanên wan ji holê rakirine.
Eger em li hev nekin, ewên ku mane jî dikarin gelekî zû bên têkbirin."
