Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê a RSFyê Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê belav kir.
Di dîroka vê endeksê de cara ewil e ku rewşa piraniya welatên cîhanê wekî "dijwar" yan jî "gelekî giran" tê nîşandan.
Di 25 salên dawî de, puana navîn a hemû welatên ku hatine lêkolînkirin cara yekem e ku ev qasî daketiye.
Di vê navberê de Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
Li gorî daxuyaniya RSFê, bi taybetî qanûnên nû yên ku bi hinceta "ewlehiya neteweyî" her ku diçe tundtir dibin, ji sala 2001ê û vir ve mafê gihiştina nûçeyan li welatên demokratîk jî lawaz dikin.
Di nav hemû pîvanan de, îsal pîvana qanûnî herî zêde bi paş ketiye.
Ev yek nîşan dide ku rojnamegerî êdî bêhtir wekî "sûc" tê dîtin.
Amerîka 7 pileyên din ket xwarê
Li parzemîna Amerîkayê jî guherîneke girîng heye.
Amerîka di endeksê de heft rêzan daket, di heman demê de gelek welatên Amerîkaya Latîn jî di nav xeleka tundî û zextan de asê mane.
Li gorî Endeksa 2026an a RSFyê Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
RSFyê diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo tepisandina rojnamegeriyê û girtina peyamnêran, tawanên wekî "dezenformasyon", "sivikayetiya li hemberî serokkomar" an jî "reşkirina saziyên dewletê" bi awayekî sîstematîk wekî amûr tên bikaranîn.
"Em dê heta kengî tehemul bikin?"
Birêvebira Weşanan a RSFyê Anne Bocandeyê bi helkefta salvegera 25emîn a endeksê destnîşan kir ku êrişên li mafê agahdarkirinê nayên veşartin û dewlet aktorên siyasî û hêzên aborî û platformên dijîtal bi awayekî eşkere dikin.
Anne Bocandeyê got, “RSF di salvegera 25emîn a xwe de ne tenê li paşerojê dinêre, bi pirseke sade bangî paşerojê dike:
Em dê heta kengî li hemberî xeniqandina rojnamegeriyê, astengiyên sîstematîk ên li ser peyamnêran û helandina azadiya çapemeniyê tehemul bikin?
Qadên agahdarkirinê tên dorpêçkirin û kiryar êdî ne veşartî ne. Dewletên otorîter, hêzên siyasî yên ku peywira xwe nakin, lîstikvanên aborî yên talanker û platformên ku nayên kontrolkirin, berpirsên sereke yên vê rewşê ne.
Li hemberî vê rewşê, bêdengî tê wateya pejirandinê. Êdî parastina prensîban têrê nake, siyasetên parastinê yên çalak şert in.
Divê berî her tiştî dawî li sûcdarkirina rojnamegeriyê were anîn.
Bikaranîna xirab a qanûnên ewlehiya neteweyî, dozên ji bo bêdengkirinê û astengkirina sîstematîk a li ser kesên ku rastiyan derdixin holê, divê bi dawî bibin.
Mekanîzmayên parastinê hîn jî kêm in, hiqûqa navdewletî hildiweşe û bêcezakirin belav dibe.
Garantiyên tekez û sizayên berbiçav pêwîst in. Êdî dora demokrasî û welatiyên wan e.
