Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya balafiran a herî mezin û bipêşketî ya Amerîkayê, Rojhilata Navîn bi cih dihêle û vedigere welêt.
Ev biryar piştî geşteke dîrokî û beşdarbûna di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de hat dayîn.
Du berpirsên bilind ên Amerîkayê ji ABC Newsê re ragihand ku keştiya balafiran a "USS Gerald R. Ford” dawî li erka xwe aniye.
Li gorî agahiyan, Gerald Ford û sê keştiyên din ên ûer (Mahan, Winston Churchill û Bainbridge) dawî li erkên xwe yên li herêma Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) anî û ber bi Bendera Norfolkê ya li Virginiayê ve bi rê ketin.
Keleha gerok
Tiştê ku vê geştê ji yên din cuda dike, dema wê ya dirêj e.
"Gerald Ford" di dîroka keştiyên firokehilgir ên Amerîkayê de piştî Şerê Vîetnamê, maweya herî dirêj a erka leşkerî tomar kir.
Keştî wekî "keleheke gerok" ji Ewropayê çûye Deryaya Karayîbê û paşê jî ber bi Deryaya Spî ve bi rê ketiye.
Ji wê derê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hatiye bikaranîn. Heta du caran çûye nav avên Deryaya Sor jî.
