Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dê pêncşemê bi fermandarên bilind ên leşkerî yên welatê xwe re bicive.
Ew dê çend planên nû yên leşkerî yên li dijî Îranê gotûbêj bikin.
Li gorî raporeke malpera Axiosê ya Amerîkayê ku dispêre du çavkaniyên ku ji mijarê agahdar in, Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper dê li ser planên nû agahiyên hûrgilî bide Donald Trump.
Ev civîn nîşaneke zelal e ku Trump bi awayekî cidî difikire ku operasyonên leşkerî ji nû ve bide destpêkirin.
Bi vê yekê ew dixwaze Tehranê di dan û standinan de neçarî tawîzan bike yan jî derbeyeke dawî li pêgehên Îranê bixe.
Plana êrişa “kurt û xurt”
Çavkaniyan eşkere kir ku CENTCOMê ji bo pêleke êrişên "kurt û xurt" planek amade kiriye ku dê binesaziyên stratejîk ên Îranê bike armanc.
Armanca vê planê ew e ku dawî li wî xitimîna dîplomatîk bîne ku di dan û standinên Pakistanê de derketiye holê.
Washington bi hêvî ye ku piştî van êrişan, Îran bi nermiyeke zêdetir vegere ser maseya dan û standinan, bi taybetî jî di pirsgirêka bernameya xwe ya nukleerî de.
Yek ji planên din ên hestiyar ku dê deynin ber Trump, kontrolkirina beşeke Tengava Hurmuzê ye.
Armanc ew e ku rê li ber keştiyên bazirganiyê were vekirin.
Çavkaniyekê diyar kir ku di vê operasyonê de îhtimala bikaranîna "hêzên bejayî" heye.
Ev yek dê di stratejiya şer de bibe guhertineke mezin çimkî heta niha pevçûn zêdetir di çarçoveya êrişên asmanî û deryayî de bûn.
Her wiha qala vebijêrkeke din jî tê kirin. Ew jî operasyoneke hêzên taybet e da ku dest deynin ser depoyên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê.
Bi vî awayî dixwazin rê li ber Tehranê bigirin da ku wan madeyan ji bo çêkirina çekên nukleerî bi kar neyne.
