Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji Îranê xwest ku vegere ser maseya guftûgoyan a bi Amerîkayê re da ku şerê wan ê 8 hefteyan bi dawî bibe.
Merz hişyarî da ku girtina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Tehranê ve zerereke mezin a aborî daye cîhanê.
Serokwezîrê Almanyayê bangî welatên Ewropayê kir ku zexta cezayan a li ser Tehranê zêde bikin.
Friedrich Merz serdana baregeheke leşkerî ya welatê xwe kir û li wê derê axivî.
Merz got, "Divê Îran dev ji demkuştinê berde. Ew êdî nikare tevahiya herêmê û cîhanê wekî dîl bigire."
Merz ji bo ku aloziyên bi Washingtonê re kêm bibin bal kişand ser pêwendiyên xurt ên Almanyayê yên bi Amerîka û Hevpeymaniya NATOyê re.
