Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê ragihand ku ew ji bo îhtîmala kêmkirina hêzên Amerîkayê amade ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû ku dê hejmara hêzên xwe yên li Almanyayê kêm bike.
Li Almanyayê 35 hezar leşkerên Amerîkayê hene.
Lê belê Berlîn tekeziyê li ser girîngiya "hevkariyeke cihê baweriyê ya di navbera Amerîka û Ewropayê de" dike.
Trump çarşemê ragihandibû ku Amerîka difikire beşek ji wan bi dehan hezar leşkerên xwe yên li Almanyayê kêm bike.
Ev daxuyaniya Trump ji ber nakokiyên wî yên bi Serokwewîrê Almanyayê Friedrich Merz re yên li ser pirsa şerê Îranê hat dayîn.
"Em li benda biryara Amerîkayiyan in"
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di serdana xwe ya Mexribê de got:
"Em ji bo vê yekê amade ne û em bi baldarî li serê disekinin.
Em dê bi ruhê pêbaweriyê di hemû saziyên NATOyê de li ser vê mijarê biaxivin.
Her wiha em li benda biryara Amerîkayiyan a di vê derbarê de ne."
Wadephul her wiha anî zimên ku her biryara wiha "dê bi me û aliyên din re were gotûbêjkirin, wekî ku di navbera hevpeymanan de edet e."
Pêştir jî Friedrich Merz ragihandibû, dîtina Almanyayê ya ji bo şerê Rojhilata Navîn "wekî xwe dimîne ku berê wê ber bi NATOyeke yekgirtî û hevkariyeke cihê baweriyê ya Ewropa û Amerîkayê ve ye."
Bêyî ku rasterast behsa gefên Trump bike, Serokwezîrê Almanyayê diyar kir ku Berlîn "di pêwendiyeke nêzîk û pêbawer de ye bi hevbeşên xwe re, bi taybetî jî bi Washingtonê re."
