Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ji Kongreya Amerîkayê re ragihand ku şerê li gel Îranê "bi dawî bûye."
Koşka Spî di nameya ku ji Kongreyê re şandiye de diyar kir ku dijminatiya li gel Îranê "bi dawî bûye" û destnîşan kir ku ji bo vê rewşê pêdivî bi desthilateke nû ya şer nîne.
Di nameyê de vê nirxandina Trump cih girt: "Tevî serkeftina operasyonên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê û hewlên ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde, gefa Îranê ya ji bo Amerîka û hêzên me yên çekdar wekî xaleke girîng didome."
Nîqaşên li ser destûrê
Nameya ku di roja dawî ya dema du mehî ya ji bo pêkanîna biryara şer a bêpejirandin de pêşkêşî Kongreyê hat kirin, amaje bi wê yekê jî kir ku dibe ku şer hîn ji xaleke dawî dûr be.
Ev name di medyaya Amerîkayê de wekî hewleke Trump a ji bo pûçkirina nîqaşên li ser guncavbûna destûrî ya şerê ku beriya du mehan bêyî destûra Kongreyê li dijî Îranê dabû destpêkirin hat nirxandin.
Nameya Koşka Spî di demekê de ji Kongreyê re hat şandin ku keştiyên şer ên Amerîkayê û bi hezaran leşkerên Amerîkayê ji bo fermana êrişeke nû ya li ser Îranê li Rojhilata Navîn di nav nezelaliyê de li benda ne.
Trump îro berî ku ji Koşka Spî ber bi Floridayê ve bi rê bikeve li ser dan û standinên bi Îranê re got:
"Dan û standinên Îranê niha naçin wê xala ku tê xwestin" û nerazîbûna xwe anî zimên.
