Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî bilind ê Îranê ragihand ku welatê wî ji bo derbasbûna keştiyan a li Tengava Hurmizê û bidawîanîna dorpêça Amerîkayê pêşniyareke nû pêşkêş kiriye.
Ev pêşniyar bi wê mercê hatiye kirin ku dan û standinên li ser bernameya nukleerê ya Îranê heta demeke din bên bipaşxistin.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump heta niha ev pêşniyar red kiriye.
"Ez dê ti caran rê nedim"
Donald Trump gelek caran tekez kiriye û gotiye, "Ez dê ti caran rê nedim ku Îran bibe xwediyê çeka nukleerê."
Trump roja înê ragihand ku ew bi pêşniyara dawî ya Îranê ya ji bo dan û standinan razî nîne.
Li hemberî vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihandiye ku eger Amerîka şêwazê miameleya xwe biguherîne Tehran ji bo rêyên dîplomasî amade ye.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku "li ser bingeheke mirovî" vebijêrka leşkerî û lêdana derbeyeke nû li dijî Îranê li cem wî nepejirandî ye.
Trump ji serkirdeyên Kongreyê re ragihandiye ku ji bo dirêjkirina şer a piştî wê dema ku qanûnê diyar kiriye, pêwîstiya wî bi erêkirina wan nîne.
Li gorî gotina wî agirbesta niha dawî li "dijminatiyan" aniye.
"Em dixwazin wan bixin nav dojehê?"
Dema li Koşka Spî li ser vebijêrkên li ber destê wî pirs ji Trump hatin kirin wî ji rojnamegeran re got:
"Gelo em dixwazin biçin û wan bi temamî bixin nav dojehê û her û her dawî li wan bînin? Yan jî em dixwazin hewl bidin peymanekê bikin?"
Piştre di gotarekê de li Floridayê jî got, Amerîka dê bi zû dawî li rûbirûbûna li gel Îranê neyîne.
Trump diyar kir ku ew dê vê yekê nekin da ku "sê salên din heman pirsgirêk ji bo me dernekeve."
Zextên navxweyî û bihaûna benzînê
Her çend Trump bi berdewamî dibêje ku leza wî nîne, ew li navxweyê welatê xwe di bin zexteke mezin de ye.
Ev zext ji bo şikandina dorpêça li ser Tengava Hurmizê ye ku bûye sedema rawestandina ji sedî 20ê enerjiya cîhanê û bihabûna benzînê li Amerîkayê.
Partiya Komarî ya Trump ditirse ku dengder di hilbijartinên nîvdemî yên meha Çiriya Paşîn de, ji ber bihabûnê cezayê bidin wan.
Di demekê de ku cîhan li benda biryarên wî ye, Donald Trump roja şemiyê li Floridayê bi lîstina golfê derbas kir.
