Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona "Projeya Azadiyê" ya ji bo parastina keştiyên li Tengava Hurmizê da.
Ev biryar wekî derfetekê ji bo serxistina gotûbêjên aştiyê yên li gel Tehranê tê dîtin.
Biryar piştî wê yekê hat ku navbeynkaran amaje bi "bipêşketineke baş" a ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn kir.
"Pêşketineke mezin bi dest ketiye"
Donald Trump li ser tora civakî Truth Socialê ragihand ku wî li ser daxwaza Pakistan û çend welatên din ên navbeynkar, biryar daye ku operasyonê ji bo demeke demkî rawestîne.
Trump wiha nivîsiye:
“Pêşketineke mezin ber bi peymaneke baş û temam ve bi dest ketiye.
Ji ber vê yekê me li hev kir ku em Projeya Azadiyê ji bo demeke kurt rawestînin."
Trump di heman demê de hişyarî jî da û got, "Lê dorpêça deryayî dê bi temamî bidome heta ku em bizanibin ka ew peyman tê îmzekirin an na.”
Daxuyaniya Marco Rubio
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di heman demê de ragihand ku qonaxa êrişên artêşa welatê wî ya li dijî Îranê bi fermî bi dawî bûye.
Ev qonax wekî "Operasyona Xezeba Dastanî" dihat naskirin.
Rubio di konferanseke rojnamegeriyê de ku Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî tê de amade bû, got ku armancên leşkerî yên şer bi dest ketine.
