Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîkayê eşkere dikin ku Washington û Tehran ji bo bidawîanîna şerê li herêmê nêzîkî hev bûne.
Her du alî ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinên atomê, gelekî nêzîkî îmzekirina peymaneke yekrûpelî bûne.
Li gorî zanyariyên du berpirsên Amerîkî û du çavkaniyên agahdar ku ji malpera Axiosê re axivîne, Koşka Spî wisa difikire ku ew gihîştiye qonaxa dawî ya peymanekê.
Ev peyman dê çarçoveyekê ji bo çareseriya pirsgirêkên hene deyne.
Washington li bendê ye ku di nav 48 demjimêrên pêşiya me de bersiva dawî ya Tehranê ya li ser çend xalên sereke bigihîje destê wan.
Naveroka peymana pêşniyarkirî
Peymana pêşniyarkirî ji 14 xalan pêk tê.
Ev peyman ji aliyê Steve Witkoff û Jared Kushnerên ku nûnerên Donald Trump in ve tê gotûbêjkirin û dan û standin li ser têne kirin.
Xalên sereke ev in:
Bidawîanîna şer: Ragihandina rawestandina şer a li herêmê û destpêkirina dan û standinan
Bernameya atomê: Îran dê pêbend be ku dewlemendkirina uranyumê heta demeke dirêj rawestîne.
Ev dem di navbera 12 û 15 salan de ye.
Amerîkayê daxwaza 20 salan kiriye û Îranê jî daxwaza 5 salan kiriye.
Berdana pereyan û cezayan: Amerîka dê pereyên Îranê yên cemidandî serbest berde û dê cezayan qonax bi qonax rake.
