Hewlêr (Rûdaw) - Îsmaîl Beqayî ragihand ku ew pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer dinirxînin û ew dê bersiva xwe bidin Pakistana navbeynkar.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê ISNAyê re axivî û anî zimên:
"Pêşniyara Amerîkayê hîn ji aliyê Îranê ve tê nirxandin û piştî vê yekê Îran dê nêrînên xwe bide Pakistanê."
Amerîkayê ji bo peymaneke ku karibe şerê bi Îranê re bi dawî bike, pêşniyareke nû dabû Pakistanê ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dike.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê jî berê diyar kiribû ku Îranê ji bo bidawîanîna şer pêşniyareke nû gihandiye birêvebiriya Pakistanê.
