Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên şaredariyan ên Brîtanyayê de 4 Kurd namzed in.
Tê çaverêkirin ku Partiya Reformê ya rastgir û Keskan serkeftineke mezin bi dest bixin.
Li hemberî vê yekê jî îhtîmal heye ku Partiya Karkeran a desthilatdar rastî têkçûnê bê.
Îro li seranserê Brîtanyayê navendên dengdanê hatin vekirin.
Biryar e dengder endamên encûmenên xwecihî û şaredariyên Brîtanyayê hilbijêrin.
Her wiha dê pêkhateya parlamentoyên Skotland û Walesê jî were diyarkirin.
Li Londonê 4 namzedên Kurd
Di van hilbijartinan de 4 namzedên Kurd ji partiyên cuda yên Brîtanyayê xwe ji bo encûmenên şaredariyan ên Londonê kirine namzed.
Navên wan namzedan ev in: Ebas Heme Fetah (nasnav: Rêbaz) ji bo Şaredariya Islingtonê, Rizgar Elî ji bo Şaredariya Bethnal Green Eastê, Şad Wuşyar ji bo Şaredariya Westminsterê û Serbaz Berzencî jî ji bo Şaredariya Lambethê.
Têkçûna Partiya Karkeran tê çaverêkirin
Li gorî rapirsiyan, di van hilbijartinan de Partiya Reformê ya rastgir û Keskan ên baskê çepgir destkefteke mezin bi dest dixin.
Di heman demê de îhtîmal heye ku Partiya Karkeran a desthilatdar ku çepa navend e, rastî têkçûneke mezin bê.
Ev yek jî dê zextên li ser Serokwezîr Keir Starmer zêdetir bike ku gelek rexne li hikûmeta wî tên girtin.
Lobiya Kurdan a li Brîtanyayê
Yek ji namzedên Partiya Mihafezekar (Konzervatîv) Rêbaz Heme Fetah ji Rûdaw Diyasporayê re axivî.
Rêbaz Heme Fetah diyar kir ku wan wekî Partiya Mihafezekar li Parlamentoya Brîtanyayê komeke bi navê "Conservative Friends of Kurds" (Dostên Mihafezekar ên Kurdan) ava kiriye.
