Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gihîşt Spanyayê da ku serperiştiya pêvajoya veguhastina rêwiyên keştiya ku vîrusa "Hanta" tê de belav bûye bike.
Hikûmeta Spanyayê jî diyar kir ku ji bo veguhastina geştyaran a ber bi balafirgehê ve rêçikeke cuda hatiye amadekirin.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus roja şemiyê gihîşt girava Tenerifeyê ya Spanyayê.
Armanca geşta Tedros Adhanom serperiştiya veguhastina rêwiyên keştiya geştyariyê ya MV Hondiusê ye.
Adhanom her wiha hewl dide cîhan û şêniyên herêmê piştrast bike ku ev ne şewbeke nû ya wekî "Korona"yê ye û metirsî di bin kontrolê de ye.
'Ev ne Korona ye'
Tedros Adhanom di nameyeke vekirî de ji bo şêniyên giravê, hewl da wî tirsê birevîne ku ji ber navê "belavbûna vîrusê" çêbûye û nivîsî:
"Ez dixwazim hûn bi zelalî bibihîzin û bibînin; ev ne Koronayeke nû ye, metirsiya wê ya li ser tenduristiya giştî hîn jî nizm e."
Birêvebirê Giştî yê WHOyê qebûl kir ku bibîranînên tal ên xelkê li gel sala 2020î û vîrusa Koronayê hene lê tekez kir ku rêxistina wan bi hûrgilî çavdêriya rewşê dike.
Ji bo geştyaran rêçikeke cudakirî
Wezîrê Karên Navxwe yê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska ragihand ku welatê wî li hev kiriye pêşwaziya wê keştiyê bike ku alaya Holendayê li ser e û da zanîn:
"Geştên asmanî ji bo vegerandina geştyaran a welatên wan hatiye amadekirin."
Li gorî plana hikûmeta Spanyayê, geştyarên welatên (Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa, Belçîka, Îrlanda û Holenda) tên vegerandin.
