Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bersiva Tehranê ya ji bo pêşniyara Washingtonê ya ji bo bidawîkirina şer ne li gorî dilê wî ye û ew bersiv bi rengê "bi temamî nayê qebûlkirin" pênase kir.
Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê Truth Socialê nivîsî:
"Min niha bersiva wan kesên ku wekî 'nûnerên' Îranê tên naskirin xwend. Ne li gorî dilê min e û bi temamî nayê qebûlkirin."
Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de tenê nivîsî, "Spas ji bo bala we ya li ser vê mijarê."
Trump li ser gavên bê yên welatê xwe ti agahî nedan û eşkere nekir bê ma ew dê deriyê dan û standinan bigire yan na.
