Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Bruksela paytexta Belcîkayê dicivin.
Ew pirsa Sûriyeyê û mafên pêkhateyên wî welatî gotûbêj dikin.
Ev civîn bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî tê lidarxistin.
"Pencereyeke me ya derfetê heye"
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergardê îro li Brukselê bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.
Maria Malmer Stenergardê ragihand ku dema ew bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re bicive, dê pirsa parastina pêkhateyên wî welatî bîne rojevê.
Stenergardê ji Rûdawê re got, "Gelekî girîng e ku li Sûriyeyê rêyeke me ya giştgir hebe.
Pencereyeke me ya derfetê heye. Lê belê girîng e ku ber bi arasteya rast ve biçe."
Pirsgirêka Kurdan jî tê gotûbêjkirin
Di heman demê de, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê jî bersiv da pirsa Rûdawê.
Rûdawê jê pirsî bê ka ew dê pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî bi Esed Şeybanî re gotûbêj bikin an na.
Kaja Kallasê got, "Belê em qala van pirsan jî dikin. Yanî pirsa kêmîneyan û mafê wan ê xwendina bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê.
Bê guman em dê di çarçoveyeke berfirehtir de qala hemû pêkhateyên Sûriyeyê bikin. Lê Pirsgirêka Kurdan jî tê gotûbêjkirin."
Ev tevgerên dîplomatîk ên Yekîtiya Ewropayê di demekê de ne ku hewlên ji bo yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê didomin.
Yek ji xalên herî hestiyar ên di nav dan û standinan de bikaranîna zimanê Kurdî ye.
