Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di heyema salekê bi kontrolên tund ên li ser sînoran rê li ber 35 hezar kesan hatiye girtin û ew hatine vegerandin.
Rayedarên polîsan diyar kir ku di heman demê de zêdetirî 47 hezar caran hewl hatiye dayîn ku sînorê welêt bi awayekî qeçax bê derbaskirin.
Li ser kontrolên tund ên sînoran ên ku ev salek e li Almanyayê tên kirin, amarên nû hatin belavkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt par dema dest bi kar kir, ew kontrol zêde kiribûn.
Armanca sereke ya vê pêngavê, kêmkirina derbasbûna qeçax a koçberan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan e.
Zêdetirî hezar û 400 qeçaxçî hatin desteserkirin
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê, ji Gulana 2025an ve nêzîkî 35 hezar kes li ser xeta sînor an jî di dema derbasbûna qeçax de hatine sekinandin û vegerandin.
Polîsan di vê demê de zêdetirî 47 hezar hewlên derbasbûna qeçax qeyd kirine.
Di dema van kontrolan de hezar û 415 qeçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin.
Her wiha 8 hezar û 842 kesên ku biryara girtina wan hebû, hatin girtin û radestî dadgehan hatin kirin.
Hêzên Polîsên Federal ên ku ewlehiya sînoran diparêzin, her wiha navên hezar û 581 kesên radîkal jî qeyd kirine.
