Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hevjîna Serokê
Amerîkayê Donald Trump, Melania Trump dê bi wî re neçe Çînê.
Li gorî nûçeya South China Morning Postê (SCMP), ofîsa
Melania Trumpê daxuyaniyek da û diyar kir ku "First Lady dê vê carê tevlî
seferê nebe."
Melania Trump, di serdema yekem a desthilata Serokê
Amerîkayê de, sala 2017an tevlî serdana Pekînê bûbû.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, ji malbatê Eric Trump kurê
Trump û Lara Trumpa bûka Trump dê di serdanê de bi Serok re bin.
Şandeyeke berfireh bi Trump re ye
Trump bi şandeyeke berfireh a ji navên siyasî û nûnerên
şirketên Amerîkayê pêk tê diçe Çînê.
Serdan îro dest pê dike û dê heta 15ê Gulanê bidome.
.jpg&w=3840&q=75)